Konsolê Amerîkayê cejna misilmanên Kurdistanê pîroz kir

Konsolê Amerîkayê li herêma Kurdistanê cejna Remezanê li misilmanên başûrê Kurdistanê pîroz kir.

25 Hezîran 2017 - 14:18
25 Hezîran 2017 - 14:18
 0

Di peyama xwe ya videoyî de konsolê giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Keen Gross cejna Remezanê li misilmanên başûrê Kurdistanê pîroz kir û pesnê qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da û rola wan bilind nirxand.

Herwaha konsolê giştî yê Amerîkayê amaje bi vê yekê jî kir, ku bajarê Mûsilê di demek nêzîk de dê rizgar bibe û daxwaz ji hemwelatiyan kir ku bi kiryarên xweşik ve hewldanên rêxistina terorîst a DAIŞê têkbibin.

Ev nûçe bi tevahî 4463 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:11:50