Konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê jî dê çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê bike

Berpirskî Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê ragihand, nûnerê konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê jî dê di hilbijartinên Kurdistanê de çavdêriyê bike.

17 Îlon 2018 - 07:27
17 Îlon 2018 - 07:27
 0
Konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê jî dê çavdêriya hilbijartinên Kurdistanê bike

Endamê desteya Komîsyona Hilbijartinan ya Kurdistanê û berpirsê tomarkirina navên namzedan, Jiyar Dizeyî ji televîzyona K24 re gotiye, dîplomatekî Amerîkî jî dê wek çavdêr beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibe.

Jiyar Dizeyî her wiha gotiye, ji ber wê jî nûnerekî konsolxaneya Amerîka ya Hewlêrê navê xwe tomar kiriye û dê roja hilbijartinan çavdêriya dengdanê bike.

Dizeyî daye zanîn, nûnerekî konsolxaneya Japonya ya Hewlêrê jî dê wek çavdêr beşdarî hilbijartinên Kurdistanê bibe.

Hilbijartinên Kurdistanê roja 30 vê mehê tên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1142 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:09:38