'Koşka Spî piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên wê yên destûrî dike'

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan got, “Koşka Spî piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên wê yên destûrî dike.”

1 Adar 2024 - 08:11
1 Adar 2024 - 08:11
 0
'Koşka Spî piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên wê yên destûrî dike'

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh êvarê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Jake Sullivan Daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Jake Sullav ragihand ku Joe Biden “silav û rêzên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Serokwezîr dike û tekez kiriye ku Koşka Spî piştgîriya Kurdistaneke bihêz û mafên destûrî yên gelê Kurd dike.”

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Sullivan “pesna mêrxasî, têkoşîn û qurbanîdana Pêşmerge bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de daye û tekezî li ser parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û dabînkirina budce û mafên darayî yên herêmê kir.”

“Divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir wiha pê de çû:

“Divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê bê girtin û mafên pêkhateyên Kurdistanê bên parastin û neyên binpêkirin.”

Di hevdîtinê de Serokwezîr herwiha tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina destûrê û avakirina Encûmena Federalî ya Îraqê kir.

Ev nûçe bi tevahî 967 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:15:55