Krîza Hurmizê kûr dibe: Îranê gef li keştiyên leşkerî xwar

Hêza deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê radigihîne ku her hewla keştiyên leşkerî ya ji bo nêzîkbûna li Tengava Hurmizê wekî binpêkirina agirbestê dibînin û dê bi tundî û bi şêweyekî giran rûbirûyî wan bibin.

13 Avrêl 2026 - 10:45
13 Avrêl 2026 - 10:45
 0
Krîza Hurmizê kûr dibe: Îranê gef li keştiyên leşkerî xwar

Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniya xwe de got:

"Berevajî îdiayên derewîn ên hinek berpirsên dijmin, Tengava Hurmizê di bin kontrol û birêvebirina biaqilane de ye û bi li berçavgirtina rêzikên taybet, tenê ji bo derbaskirina bêzerar a keştiyên sivîl vekirî ye."

Supaya  Pasdaran hişyariyeke tund dide hêzên deryayî yên Amerîka û hevalbendên wê û got:

"Ji bo wan keştiyên leşkerî yên ku di bin her nav û hincetekê de bixwazin nêzîkî Tengava Hurmizê bibin, ev wekî binpêkirina agirbestê tê hesibandin û em ê bi tundî û bi şêweyekî giran rûbirûyî wan bibin."

Ev hişyariya nû ya Supaya Pasdaran piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên Pakistanê bêencam mane û ferman daye hêza deryayî ya welatê xwe ku Tengava Hurmizê dorpêç bikin.

Di maweya 40 rojên şer ên pêşeroj borî de Tengava Hurmizê bûye navenda hevrikiyan û Îranê çend caran gefa girtina wê xwariye.

Her çend niha herêm di bin siya agirbesteke demkî ya 2 hefteyî de ye lê ev daxuyaniyên Supaya Pasdaran û biryara Trump nîşana wê yekê ne ku agirbest di bin metirsiyeke mezin de ye û îhtimala destpêkirina ducare ya şer heye.

 

Ev nûçe bi tevahî 31 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:13