Leşkerekî Tirkiyê bi lêketina baskê helîkopterê mir

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan miriye.

22 Tîrmeh 2023 - 07:28
22 Tîrmeh 2023 - 07:28
 0
Leşkerekî Tirkiyê bi lêketina baskê helîkopterê mir

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin, duh li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Enes Kirmizikoç di encama lêketina baskê helîkopterê de bi giranî birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn ku Kirmizikoç rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan miriye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta PKKê dest bi operasyona bi navê Pençe-Kilîd kiriye

Ev nûçe bi tevahî 764 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:36