Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin.

24 Çile 2025 - 07:16
24 Çile 2025 - 07:16
 0
Leşkerekî Tirkiyeyê hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma "operasyona Pençe-Kaplan"ê ya li Başûrê Kurdistanê di êrişeke PKKyê de leşkerî wan hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê diyar kir ku leşkerê wan ê bi navê Ufuk Akinci di encama êrişeke PKKyê de bi giranî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku Akinci tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê miriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 1092 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:46:47