Li Amedê ji bo pêşmergeyên şehîd nimêj hat kirin

Li bajarê Amedê ji bo pêşmergeyên ku di şerê li dijî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê de şehîd bûne, nimêjeke paşpenî anku xiyabî hate kirin.

27 Cotmeh 2017 - 08:54
27 Cotmeh 2017 - 08:54
 0
Li Amedê ji bo pêşmergeyên şehîd nimêj hat kirin

Endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û endamên saziyên sivîl li bajarê Amedê ji bo pêşmergeyên şehîd nimêja xiyabî kirin.

Nûnerên partî û rêxistinên sivîl, li Mizgefta Ofîsê, piştî nimêja înê ji bo nimêjeke xiyabî jî ref girtin û dua kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1554 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:59:13