Li Amedê qeza: 7 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

21 Berfanbar 2023 - 04:01
21 Berfanbar 2023 - 04:01
 0
Li Amedê qeza: 7 kes birîndar bûn

Qeza duh êvarê li ser rêya sereke ya Amed-Rihayê çêbû.

Li gorî zanyariyan, mînîbusek û otomobîlek li ser rêya sereke ya di navbera Amed û Rihayê de li hev qelibîn.

Di qezayê de 7 kesên di mînîbûsê de birînbdar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin çend nexweşxaneyên Amedê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 851 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:21:11