Li Amed û Êlihê baran û li Serhedê jî berf dibare

Tê pêşbînîkirin ku li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê îro berf û baran bibare.

6 Berfanbar 2022 - 06:47
6 Berfanbar 2022 - 06:47
 0
Li Amed û Êlihê baran û li Serhedê jî berf dibare

Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê dê îro 6ê Kanûnê li parêzgehên Amed û Êlihê baran bibare û li parêzgehên Erdexan, Îdir, Agirî, Wan, Erzurum, Qers û Muşê jî car car baran û berf bi hev re, lê li cihên bilind ên wan parêzgehan berf bibare.

Herwiha heta demjimêrên êvarê ligel barîna berfê dê mij jî hebe û mesafeya dîtinê li hinek ji wan parêzgehan dakeve.

Di van çend rojên dawî de, bi taybetî li parêzgehên herêma Serhedê berf dibare û ji ber daketina pileyên germê li hinek deveran erdê qeşa girt û pileyên germê daketin 6 pile bin sifrê.

Ev nûçe bi tevahî 973 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:47:25