Li Amedê bi çekan pev çûn: 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di pevçûna biçek de bav û kur û her wiha kesekî din birîndar bûn.

16 Îlon 2023 - 14:27
16 Îlon 2023 - 14:27
 0
Li Amedê bi çekan pev çûn: 3 kes birîndar bûn

Li Sûka Şewitî ya dîrokî ya navçeya Sûra Amedê di navbera esnafan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Esnaf piştî nîqaşê pev çûn û di encamê de A.Syê 58 salî kurê wî O.Syê 22 salî û kesekî bi navê S.Yyê 58 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan ji bo desteserkirina gumanbarê ji cihê bûyerê revî dest bi xebatan kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 925 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:54:24