Li Amedê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Erxenî ya Amed a Bakurê Kurdistanê êrîşeke çekdarî pêk hat, kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

24 Sibat 2023 - 11:52
24 Sibat 2023 - 11:52
 0
Li Amedê êrîşa çekdarî: 1 mirî, 1 birîndar

Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin îro Înê li taxa Adnan Menderes a navçeya Erxenî ya Amedê M.T. û kurê xwe A.T., li F.A. yê ku berê di navbera wan de gengeşe hebû rast hatin.

Hat diyarkirin ku di encama gulebarana F.A de bav û kur birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatina şandin. A.T yê ku ji bo nexweşxaneyê hat rakirin tevî hemû hewldanan jî canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku polîs hewl dide gumanbarê ku piştî bûyerê reviyaye bigire.

Ev nûçe bi tevahî 1185 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:32