Li Amedê ji ber Ala Kurdistanê 5 kes hatin desteserkirin

Di lîstika Amedspor-Bursasporê de ku şeva borî li Amedê hat lîstin, bi îdiaya ku Ala Kurdistanê lli stadyumê bilind kirine, herî kêm 5 kes hatin desteserkirin

26 Îlon 2022 - 05:20
26 Îlon 2022 - 05:20
 0
Li Amedê ji ber Ala Kurdistanê 5 kes hatin desteserkirin

Di lîstika Amedspor-Bursasporê ya ku şeva borî li Diyarbekirê hat lîstin de bilindkirina Ala Kurdistanê bû rojev.

Hat diyarkirin ku Parêzgariya Amedê û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê kesên eleqedar de pêvajoya hiqûqî û lêpirsîn dane destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh êvarê li Amedê herî kêm 5 kes ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê hatine desteserkirin.

Lêpirsîna bi kesên desteserkirî re li Şaxa Rêveberiya Ewlekarî ya Amedê berdewam e.

Duh Yekşembê 25ê Îlona 2022an, di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de her du tîmên Amedspor û Bursasporê li bajarê Amedê ku bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê têde amade bûbûn, hatin hemberî hev.

Lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat û wê tîma bajarê Amedê 3 puan bidest xistin.

Di lîstikê de li stadyumê ji aliyê hejmarek kesan ve alên Kurdistanê hatibûn bilindkirin.

Herwiha hin kes jî bi tîşortên wêneyê keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku di dema desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê de li Tehranê canê xwe ji dest dabû, li stadyumê amade bûbûn.

Ev nûçe bi tevahî 1334 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:49:49