Li Amedê otomobîlek wergeriya: 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encam de 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û li gor zanyariyên hatine belavkirin rewşa tendirûstî ya 4 birîndaran giran e.

12 Tîrmeh 2023 - 10:04
12 Tîrmeh 2023 - 10:04
 0
Li Amedê otomobîlek wergeriya: 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn

Îro 12ê Temûza 2023an li ser rêya Amed-Rihayê li nêzîkê gundê Pîrînçlîk otomobîleke ku nasnameya şofêrê wê nehatiye zanîn wergeriya.

Di bûyerê de 4 jê zarok 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin û li gor zanyariyên hatine belavkirin, rewşa tendirustî ya 4 birîndaran giran e.

Ev nûçe bi tevahî 677 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:03:40