Li Amedê pevçûna çekdarî

Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna bi çekan de 3 kes birîndar bûn

15 Tebax 2024 - 07:08
15 Tebax 2024 - 07:08
 0
Li Amedê pevçûna çekdarî

Li gor zanyariyan, duh li çayxaneyeke taxa Firatê ya navçeya Peyasê ji ber deyn di navbera du grûban de nîqaş derket.

Piştî demekê her du grûban bi çekan êrişî hev kir.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin nexweşxaneyên Amedê.

 

Ev nûçe bi tevahî 554 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:53:53