Li Babê di navbera grûpên El-Hemze û Cebhe Şamiye de şer derket

Li bajarê Babê li rojhilatê Helebê di navbera herdu grûpên el-Cebhe el-Şamiye û Fîrqeya Hemze yên opozisyona Sûriyê de şer û pevçûnên derketin.

12 Cotmeh 2022 - 02:21
12 Cotmeh 2022 - 02:21
 0
Li Babê di navbera grûpên El-Hemze û Cebhe Şamiye de şer derket

Piştî aşkere bûbû ku kujerên medyakarê bi navê Mihemed Ebduletîf Ebû Xenûm û hevjîna wî ya ducanî 3 çekdarên Firqeya el-Hemze ne, çekdarên el-Cebhe el-Şamiye êrîşî baregehên wê grûpê yên li Babê kirin. Li gorî çavkaniyên opozîsyona Sûriyê kujerên Mihemed Ebdulletîh û hevjîna wî ya ducanî hatine girtin.

Li bajarê Babê li rojhilatê Helebê di navbera herdu grûpên el-Cebhe el-Şamiye û Fîrqeya Hemze yên opozisyona Sûriyê de şer û pevçûnên derketin. Şer û pevçûnan ji şeva roja Duşemê û heta serê sibeha roja Sêşemê berdewam kiribûn.

Li gor çavkaniyên ser bi Opozisyona Sûriyê her sê berguman ên bi navê Ekrem el-Ugil, Mihemed el-Mûxîr û Ebû Yaqûb el-Ezawî hatine girtin.

Ev nûçe bi tevahî 693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:43:02