Li Bedlîs û Tetwanê dibistan hatin girtin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, îro ji ber keşûhewaya xirab dibistan rojekê hatin girtin.

26 Adar 2024 - 07:10
26 Adar 2024 - 07:10
 0
Li Bedlîs û Tetwanê dibistan hatin girtin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê îro berf û baran dibare.

Li Bedlîs û navçeya wê ya Tetwanê jî berf dibare û pileyên germê dadikevin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehê bandora xirab a keş û hewayê berdewam e.

Parêzgariyê got, “Ji ber keşûhewaya xirab û barîna berfê roja 26ê Adarê li navenda Bedlîs û navçeya Tetwanê hemû dibistanên fermî û taybet rojekê hatine girtin.”

Ev nûçe bi tevahî 559 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:53:55