Li Bedlîsê termê zilamekî hat dîtin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di newalekê de termê zilamekî hat dîtin.

20 Hezîran 2022 - 03:23
20 Hezîran 2022 - 03:23
 0
Li Bedlîsê termê zilamekî hat dîtin

Li ser rêya Bedlîs-Hawêlê li sînorê gundê Kermateyê, gundiyan di newalekê de termê zilamekî dîtin û tîmên tendirustiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û AFADê û hêzên cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Term, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hat veguhestin. Nehat zanîn termê hat dîtin ê kê ye. Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 590 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:48