Li Bexdayê teqîn

Li paytexta Iraqê Bexdayê, otomobîleke bombebarkirî teqiya û di encamê de şeş kesan jiyana xwe ji dest da.

24 Çile 2017 - 06:17
24 Çile 2017 - 06:17
 0
Li Bexdayê teqîn

Çavkaniyeke ewlekariyê ragihand ku otomobîleke bombebarkirî li nezîkî pêşengehên Nehdayê li navenda Bexdayê teqiyaye.

Li gorî çavkaniyê, encamên destpêkê yên teqînê diyar dikin ku 6 kes hatine kuştin û hinekên din birîndar bûne bê ku hejmara birîndaran bide.

Hêjayî gotinê ye ku teqîn û tundûtûjî gelek caran li Bexdayê çêdibe ku di encama wan de gelek kes jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Ev nûçe bi tevahî 1398 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:05:06