Li Çewlîgê qeza: Miriyek, şeş birîndar

Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê kamyonet û otomobîl li hev qelibîn.

27 Çile 2024 - 04:19
27 Çile 2024 - 04:19
 0
Li Çewlîgê qeza: Miriyek, şeş birîndar

Di vê qezayê de kesek mir û şeş kes jî birîndar bûn.

Otomobîka ku ajokarê wê M.O. bû ya bi plakaya 01 CFZ 46ê û kamyoneta bi plakaya 16 NUU59ê ya ku navê ajokarê wê nehat zanîn li ser rêya Kanîreş-Erziromê li hev qelibîn.

Cahîde O.ya di otomobîlê de li cihê qezayê mir.

Çar kesên di otomobîlê de yên bi navên M.O., F.O., I.O., R.O. û du kesên di kamyonetê de yên bi navên S.Y. ve M.M.Y. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Ev nûçe bi tevahî 878 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:06:14