Li Dêrezorê 3 kes hatin kuştin

Li herêma Dêrezorê 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

4 Cotmeh 2023 - 04:19
4 Cotmeh 2023 - 04:19
 0
Li Dêrezorê 3 kes hatin kuştin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand di 2 bûyerên cuda de li herêma rojhilatê Dêrezorê 4 çekdaran êrişî mala welatiyê bi navê Fehed Ehmed Mihêdî Hayis kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê, çekdaran Fehed Ehmed Mihêdî Hayis ji mala wî ya li bajarokê Xeranîc revand û kuşt.

Herwiha hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên çekdarên eşîran de zarokê bi navê Ehmed Sabit Selah hat kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Li bajarokê Ebû Hemam jî welatiyek bi navê Cemal Ebdulhemîd, bi teqeyên hin kesên nenaskirî hat kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1270 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:18