Li Dêrezorê balafira şer ket!

Li bajarê Dêrezorê yê li rojhilatê Sûriyeyê balafireke şer ket.

29 Tebax 2024 - 06:48
29 Tebax 2024 - 06:48
 0
Li Dêrezorê balafira şer ket!

Balafir li navçeya Muhsanê ya di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ket û sedema ketina wê ne diyar e.

Heta niha nehatiye tesbîtkirin bê ma ew balafir a kê ye.

Hat zanîn ku balafirajo bi saxî filitiye.

Li hêla din, li ser bûyerê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Divê were gotin ku li herêmê hêzên Amerîka û Rûsyayê jî hene.

 

Ev nûçe bi tevahî 843 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:05:50