Li Dêrikê 2 endamên PDK-Sê hatin revandin

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatin revandin.

28 Berfanbar 2022 - 09:25
28 Berfanbar 2022 - 09:25
 0
Li Dêrikê 2 endamên PDK-Sê hatin revandin

Endama Komîta Navendî ya PDK-Sê Perîxan Dawûd ji K24ê re ragihand, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve duhî 27ê Berfanbarê endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê Bilind Mela Ismaîl ji nava bajarê Dêrikê revand.

Perîxan Dawûd got jî, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve îro jî endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hisên Silêman revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Wê endama Komîta Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir jî, heta niha sedema revandina her du endamên PDK-Sê nehatiye zanîn û daxwaza berdana dimildest a wan her du hevalên xwe kir.

Ji destpêka damezirandina hêzên asayişê li Rojavayê Kurdistanê di sala 2012an ve, endam û serkirdeyên partî û rêxistinên di nava ENKS de ji aliyê wê ve tên revandin û girtin û ofîsên wan jî tên şewitandin. Berpirsên ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê dikin ku berpirsyariyê hilgire û sînorekê ji van kiryaran re deynin.

Ev nûçe bi tevahî 645 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:12:07