Li Dêrsimê qeza: 3 kes bi giranî birîndar bûn

Li navçeya Pêrtagê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê di bûyerek trafîkê de 3 kes bi giranî birîndar bûn.

7 Îlon 2023 - 05:35
7 Îlon 2023 - 05:35
 0
Li Dêrsimê qeza: 3 kes bi giranî birîndar bûn

Roja Çarşemê li gundê Balişêrê yê navçeya Pêrtagê 2 minîbûs li hev qelibîn.

Di bûyerê de sê kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Ji ber bûyera trafîkê rêya sereke ya Dêrsim-Xarpetê ji trafikê re demekê hat girtin.

Piştî her du minîbûs hatin rakirin, rê ji bo çûn û hatinê hat vekirin.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1199 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:25:37