Li dijî baregeha Amerîkayê hewla êrişa bi dronên kamîkaze

Li parêzgeha Dêrezorê li dijî baregeha artêşa Amerîkayê hewla êrişa bi dronên kamîkaze hat dayîn.

10 Çile 2024 - 04:26
10 Çile 2024 - 04:26
 0
Li dijî baregeha Amerîkayê hewla êrişa bi dronên kamîkaze

Li gorî agahiya ji çavkaniyên xwecihî hat wergirtin, nîvê şevê li dijî baregeha hêzên Amerîkayê ya li Tesîsa Gazê ya Konîkoyê bi dronên kamîkaze hewla êrişê hat kirin.

Pergalên parastina asîmanî yên hêzên Amerîkayê, berî ku dron bigihêjin hedefên xwe li asman îmhe kirin.

Xwediyê wan dronan nayê zanîn û Amerîkayê li ser mijarê hîn daxuyanî nedaye.

Ev nûçe bi tevahî 884 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:30:20