Li Dîlokê qeza: Miriyek, 17 birîndar

- Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbuseke rêwiyan qulibî.

30 Avrêl 2024 - 12:35
30 Avrêl 2024 - 12:35
 0
Li Dîlokê qeza: Miriyek, 17 birîndar

Di vê qezayê de kesek mir û 17 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa rêwiyan a ku ajokarê wê H.A. bû, li ser rêya Dîlok-Edeneyê ji rê derket û qulibî.

Kesê mirî karmendekî leşkerî ye û tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Şoferê birîndar piştî ku tedawiya wî xelas bû hat desteserkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 476 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:25:17