Li Efrînê teqînek çê bû

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê de ye, basek li ber salona Jîn Efrîn hat teqandin.

28 Berfanbar 2022 - 02:36
28 Berfanbar 2022 - 02:36
 0
Li Efrînê teqînek çê bû

Li gorî agahiyên ji nava Efrînê ew bas ev demeke dirêj bû li ber salona Jîn Efrîn hatibû rawestandin û îro hate teqandin.

Derbarê teqînê de heta niha ti agahiyên zelal nehatine bi destxistin û lêkolîn li ser bûyerê berdewam in.

Piştî teqînê grûpên çekdar li seranserî bajarê Efrînê seferber bûn.

Salona Jîn Efrînê cihê sereke yê civînên di navbera grûpên çekdar de ye û tê gotin ku teqîn piştî civîneke grûpên çekdar çêbûye.

Ev nûçe bi tevahî 713 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:10:42