Li Efrînê termê zelamekî ku hatibû îşkencekirin hat dîtin

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê de ye, termê zilamekî ku hatibû îşkencekirin hat dîtin.

6 Cotmeh 2022 - 04:06
6 Cotmeh 2022 - 04:06
 0
Li Efrînê termê zelamekî ku hatibû îşkencekirin hat dîtin

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ku weke Rêxistina Kumspiyan tên naskirin û ser bi opozisyona Sûriyê ve ye, ragihandiye ku roja Çarşembê 5ê Cotmeha 2022an termê zilamekî li nêzîk çemê Efrînê hatiye dîtin û diyar kiriye, li ser laşê wî şûna îşkenceyeke tund heye.

Berevaniya Sivîl a Sûrî herwiha got, nasnameya wî kesî nayê zanîn û wan ew term birine nexweşxaneya Efrînê da ku bizanin kî ye û çawa hatiye kuştin.

Meha Îlonê jî, li navçeyên cuda yên Efrînê 5 kes hatibûn kuştin, piraniya wan jî bi rêya çekan canê xwe ji dest dabûn.

Ev nûçe bi tevahî 648 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:05:01