Li Êlihê kesekî jineke 77 salî kuşt û piştre xwe jî kuşt

Li navçeya Heskîfê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve, kesekî piştî ku jineke 77 salî kuşt, xwe jî kuşt.

10 Avrêl 2023 - 04:52
10 Avrêl 2023 - 04:52
 0
Li Êlihê kesekî jineke 77 salî kuşt û piştre xwe jî kuşt

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li gundê Hîzo yê Heskifê, doh bi şev 9ê Nîsanê kesek bi navê Eyup Y. diçe mala Îzzet Tunç ê ku di navbera wan de pirsgirêka erdan hebûye.

Eyup Y. dema dibîne Îzzet Tunç ne li malê ye dayika wî Emîne Tunç a 77 salî dikuje û piştre bi heman çekê xwe jî dikuje.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.

Termên Eyup Y. û Emîne Tunç bo nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatine veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 700 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:01:11