Li Ezazê endamekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 10 salî kir

Endamekî Liwaya Asifet Şemal ya nêzîkî Tirkiyê li bajarê Ezazê li bakurê rojavayê Helebê destdirêjiya seksî li keçeke 10 salî ya xelka Humisê kiriye.

8 Cotmeh 2022 - 04:30
8 Cotmeh 2022 - 04:30
 0
Li Ezazê endamekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 10 salî kir

Endamekî Liwaya Asifet Şemal ya nêzîkî Tirkiyê li bajarê Ezazê li bakurê rojavayê Helebê destdirêjiya seksî li keçeke 10 salî ya xelka Humisê kiriye.

Liwaya Asifet Şemal ragihand, piştî belavbûna wê nûçeyê, wan ew endamê xwe desteser kirine û radestî polîsên leşkerî kirine ji bo ku lêkolînê li gel wî bikin.

Her wiha hat diyarkirin ku keçik jî bo pizîşkê dadê şandin e.

Liwaya Asifet Şemal grûpeke leşkerî ser bi opozisyona Sûriyê ye û Tirkiyê piştevaniya wê dike.

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku çend bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dagir kirine bi berdewamî bûyerên wek destdirêjî û îşkencedana xelkê dikin.

Ev nûçe bi tevahî 618 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:32