Li Girê Spî teqîn: 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Li herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê, mîneke çandî bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve teqiya û di encamê de 2 leşker mirin.

27 Avrêl 2026 - 10:35
27 Avrêl 2026 - 10:35
 0
Li Girê Spî teqîn: 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

Li gorî medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê, Doh li gundewarê rojavayê Girê Spî yê li bakurê Reqayê, mîneke çandî bi hêzeke hikûmeta Sûriyeyê ve teqiyaye.

Hat diyarkirin ku di teqînê de 2 leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê heta niha derbarê vê bûyerê ti daxuyaniyên fermî nedane.

 

Ev nûçe bi tevahî 62 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:19:14