Li girekî Reqqayê 8 tunel hatin dîtin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di operasyona paqijkirina girê Menxer Xerbî de 8 tunelên ku terorîstên DAIŞê ku xwe tê de vedeşartin, dîtin.

11 Adar 2017 - 07:44
11 Adar 2017 - 07:44
 0
Li girekî Reqqayê 8 tunel hatin dîtin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê girê Menxer Xerbî ya stratejîk ku dikeve rojhilatê bajarê Reqqayê di 8ê adarê de rizgar kirin û niha li gir û derdora wê kontrolên ewlehiyê dikin.

Di encama operasyona kontrolkirin û paqijkirina gir de, şervanan 8 tunelên ku terorîstên DAIŞê ku ji bo veşartina ji balafirên şer bi kar tanîn dîtin.

Li derdora tunelan jî alavên kolandina tunelan hatin dîtin.

Ev nûçe bi tevahî 1922 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:19