Li Gurgumê şer: 3 polîs birîndar bûn

Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera polîs û hejmarek gumanbarên tawanê şer derket û di encamê de gumanbarek hat kuştin û 3 polîs birîndar bûn.

22 Cotmeh 2022 - 03:36
22 Cotmeh 2022 - 03:36
 0
Li Gurgumê şer: 3 polîs birîndar bûn

Li Mereşê, duh sibehê welatiyek diçe Rêveberiya Ewlekariya Mereşê û bi hinceta li wî dane û pereyên wî bi zorê jê stendine derbarê çend kesan de gilî tomar dike. Tîmên polîs jî lêkolînê didin destpêkirin û bi ser mala gumanbaran de digrin.

Di dema çûna polîsan de gumanbaran bi çek bersiva polîsan dan û şer qewimî. Di encama bûyerê de gumabarek hat kuştin, yek hat desteserkirin û yek jî reviya. Herwiha 3 polîs jî bi guleyan birîndar bûn.

Polîsên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û hat ragihandin rewşa wan baş e.

Ev nûçe bi tevahî 605 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:40:54