Li Hesekê û Qamişlo hêza Heşdî Şabî hatiye bicihkirin

Li gor îdiaya nûçeyeke ku malpera Rûdawê dispêre endamekî encûmena parêzgeha bajarê Hesekê, li bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojava ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hêzeke bi navê Heşda Şebî hatiye damezirandin.

20 Avrêl 2017 - 04:31
20 Avrêl 2017 - 04:31
 0
Li Hesekê û Qamişlo hêza Heşdî Şabî hatiye bicihkirin

Endamekî Encumena Parêzgeha Hesekê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ragihand ku li bajarên Heseke û Qamişlo yên Rojava hêzeke nû ji aliyê Artêşa Sûriyê ve hatiye damezirandin ku navê fermandarê wê hêzê jî Elî Hewas Xilêf ê ji eşîra Tey ya Erebî ye.

Li gor nûçeya Rûdawê hejmara hêza Heşdî Şabî ya li Hesekê û Qamişloyê gihîştiye 500 kesan û fermandarê wê hêzê Elî Hewas Xilêf jî berî niha karmendekî Wezareta Xwandina Bilind a Sûriyê bûye.

Ev nûçe bi tevahî 1341 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:31