Li Hesekê 2 endamên asayişê di teqînekê de birîndar bûn

2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) di encama teqîna bombeyekê de li Hesekê birîndar bûn.

13 Tebax 2023 - 15:22
13 Tebax 2023 - 15:22
 0
Li Hesekê 2 endamên asayişê di teqînekê de birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyekê de ragihand,duhî êvarî 12'ê Tebaxê li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û bajarokê Holê de, bombeyek pê de teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya meydanî yê bajarê Hesekê re hatin veguhestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Dezgeha Ewlekariya Giştî dest bi lêpirsîn û lêkolînên pêwîst derbarê vê teqînê de kir.

Ev nûçe bi tevahî 1271 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:00:37