Li Îdlibê êrişî hêzên hikûmetê hat kirin

- Li bajarê Maaret el-Numanê yê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê, êrişî hêzên ewlehiyê yên navxwe hat kirin.

15 Berfanbar 2025 - 10:56
15 Berfanbar 2025 - 10:56
 0
Li Îdlibê êrişî hêzên hikûmetê hat kirin

Di encama êrişa çekdarî de 4 çekdarên hikûmeta Sûriyeyê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

"Komên nenas gule reşandin"

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), komên çekdar ên nenas li başûrê Îdlibê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye.

Çavkaniyên fermî piştrast kir ku 4 çekdarên ewlehiyê li cihê bûyerê hatine kuştin.

Her wiha hat zanîn ku çekdarekî hêzên ewlehiya navxwe jî birîndar bûye.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina êrişkaran li herêmê operasyon da destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:00:03