Li Îraqê helîkopter ket

Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku li rojhilatê Îraqê helîkopterek ketiye.

25 Îlon 2023 - 07:10
25 Îlon 2023 - 07:10
 0
Li Îraqê helîkopter ket

Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku li rojhilatê Îraqê helîkopterek ketiye.

Wezaretê da zanîn ku ev helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îraqê, helîkopterê perwerde dida û bûyerê dema perwerdeyê rû daye.

Herwiha hat ragihandin ku kesên di helîkopterê de birîndar bûne û birînên wan sivik in.

Wezaretê destnîşan kir ku ji bo tesbîtkirina pirsgirêka teknîkî tîmên pispor hatine peywirdarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1029 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:45:38