Li Kilîsê jineke Sûrî hat kuştin

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, jineke Sûriyeyî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.

5 Çile 2023 - 04:25
5 Çile 2023 - 04:25
 0
Li Kilîsê jineke Sûrî hat kuştin

Li gor zanyariyan, roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an li Kolana Zekariya Korkmaz a bajarê Kilîsê welatiyê Sûriyeyî yê bi navê D.H.M. bi çekê li hevjîna xwe N.Ş. ya ku dixwest ji wî cuda bibe, daye.

Piştî agahdarbûnê, tîmên tendirustiyê diçin cihê bûyerê û wê jinê bi birîndarî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Alaeddin Yavaşça ya Kilîsê.

Hatiye ragihandin, welatiya Sûrî ya bi navê N.Ş tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin ku D.H.M. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 681 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:27:39