Li Kobanî Nexweşxaneya Giştî tê avakirin

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Kobanî dest bi avakirina projeya nexweşxaneyeke nû kir.

20 Berfanbar 2022 - 03:26
20 Berfanbar 2022 - 03:26
 0
Li Kobanî Nexweşxaneya Giştî tê avakirin

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Ferat Ehmed Mehmûd, di konferanseke rojnamevanî de, roja Duşemê di dema vekirina projeya avakirina nexweşxaneyeke nû de, li Kobaniyê, ragihand ku ew projeyê piştî du salan ji xwendin û rêkaran, kete warê cîbicîkirinê û avahî ji 5 qadan bi rûberê 11 hezar metre çargoşe pêk tê.

Li gorî zanyariyan, ew nexweşxaneya nû li Kobanî, dê hemû beşên bijîşkî li xwe bigire û bi xorayî (belaş û bê beramber) xizmetên bijîşkî ji bo welatiyan pêşkêş bike.

Ehmed Mehmûd da zanîn ku kapasîteya wê jî, bêhtir ji 180 textan be.

Biryar e avahiya wê nexweşxaneyê li ser du qonaxan bê avakirin û dema salekê û şeş mehan dirêj bike.

Ev nûçe bi tevahî 1032 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:46:26