Li Kobaniyê êriş: Kuştî hene

Tirkiyeyê, li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê bi dronan êrişî otomobîlekê kir.

16 Mijdar 2023 - 08:19
16 Mijdar 2023 - 08:19
 0
Li Kobaniyê êriş: Kuştî hene

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di vê êrişê de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî da zanîn ku Tirkiyeyê ev êriş doh li gundê Boxazê yê li başûrê Kobaniyê pêk aniye.

Li gorî SOHRê, Tirkiyeyê ji serê salê ve 98 caran bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

SOHRê destnîşan kir ku di van êrişan de 82 kesan canê xwe ji dest daye, 88 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Ev nûçe bi tevahî 715 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:30