Li Laziqiyê teqîn; 9 kuştî

Çavkaniyên herêmî ji Spûtnîkê re ragihand ku li bajarê Cebleyê yê girêdayî parêzgeha Laziqiyê, otomobîleke bombebarkirî teqiya û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn.

5 Çile 2017 - 11:23
5 Çile 2017 - 11:23
 0
Li Laziqiyê teqîn; 9 kuştî

Hat ragihandin ku teqîn li nêzîkî lîstikgeha gelêrî li nêzîkî dikana şêraniyên Emrîtê ya nêzîkî baregeha Hmeymimê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 9 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve, polîsan derdora cihê bûyerê dorpêç kir û gule bera hewayê dan ta ku welatiyên ji cihê bûyerê dûr bixin.

Hîn ti aliyî berpirsyariya xwe li ser teqînê ranegihandiye.

Ev nûçe bi tevahî 2067 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:33:22