Li Mehabadê Kurdek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Li bajarê Mehabadê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di dema desteserkirinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.

25 Tîrmeh 2024 - 10:05
25 Tîrmeh 2024 - 10:05
 0
Li Mehabadê Kurdek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, welatiyê bi navê Ehmed Têrmen ê 52 salî li bajarê Mehabadi di dema desteserkirinê dê hêzên ewlehiyê gule lê reşandine.

Di encama gulereşandinê de Ehmed Têrmen canê xwe ji dest daye.

Nayê zanîn çima Ehmed Têrman hatiye gulebarankirin.

Lê gorî rêxistinên mafên mirovan, biryara girtinê li ser wî hebû û mala wî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.

Li gorî zanyariyan hêzên ewlehiyê pêşî li kuçeya Baxî Sîseyê ya Mehabadê ya li ber derê wî gule lê reşandine.

Piştre li nêzikî hewza avjeniyê ye Behmenê hêzên ewlehiyê dîsa gule lê reşandine û dema gule li serê wî dikeve li wê derê canê xwe ji dest dide.

Heta niha hêzên ewlehiyê cenezayê Ehmed Têrman radestî malbata wî nekiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 771 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:59:18