Li Meletiyê dîsa erd hejiya

Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû.

28 Sibat 2023 - 03:58
28 Sibat 2023 - 03:58
 0
Li Meletiyê dîsa erd hejiya

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çirmikê ya Meletiyê, îro Sêşemê 28ê Sibatê demjimêr 05:18 deqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7 kîlometre bû.

Roja 27ê Sibatê jî li Çirmikê bi hêza 5.1 erdhejek çêbû, ku tê de kesekî canê xwe ji dest da û 110 kes jî birîndar bûn. Herwiha 32 kes ji bin kavilan bi saxî hatin rizgarkirin.

Piştî erdhejçn 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

Ev nûçe bi tevahî 700 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:25:47