Li Menbicê 2 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kuştin

Li Menbicê 2 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûn.

20 Sibat 2024 - 04:09
20 Sibat 2024 - 04:09
 0
Li Menbicê 2 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kuştin

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ragihand ku li çoltera gundên Seyyade û el-Telê yên rojavayê Minbicê di navbera hêzên wan û çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, di wan şer û pevçûnan de 2 çekdarên ser bi Tirkiyeyê hatine kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.

Li herêmêm li bakurê Minbicê bi awayekî berdewam di navbera hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve şer û pevçûn derdikevin.

Ev nûçe bi tevahî 532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:31:22