Li Mêrdînê di dawetekê de şer derket: 11 birîndar

Li navçeya Reşmilê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di dawetekê de di navbera du aliyan de şer derket û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

25 Gulan 2023 - 03:00
25 Gulan 2023 - 03:00
 0
Li Mêrdînê di dawetekê de şer derket: 11 birîndar

Li Taxa Bahçebaşi ya Reşmilê, şeva 24ê Gulanê di dawetekê de di navbera aliyê bûk û zava de ji ber sedemeke nehat zanîn şer derket.

Malbatên Acu û Çavuşoglu kursî û mase avêtin ji hevûdu û çek bikar anîn. Di encama bûyerê de ji her du malbatan 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

10 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û birîndarek jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 584 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:04:28