Li Mêrdînê di şerekî de: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê di şerê bi kevir, dar, kêr û çekan de, 7 kes birîndar bûn.

3 Tîrmeh 2023 - 04:11
3 Tîrmeh 2023 - 04:11
 0
Li Mêrdînê di şerekî de: 7 kes birîndar bûn

Bûyer duhî êvarê li navendeke bazirganiyê ya li herêma Kumlu Mahallesi ya li Îpekyoluya dîrokî rû da.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, ji ber deynan di navbera her du koman de nîqaş derket. Di demeke kurt de nîqaş veguherî şerekî ku tê de kevir, dar, kêr û çek jî hatin bikaranîn. Di encamê de jî 7 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê, gelek ambulans û tîmên cendirme gihîştin cihê bûyerê. Birîndar jî ji bo nexweşxaneyan û hatin birin.

Piştî ku xizmên birîndaran li ber nexweşxaneyan kom bûn, polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin.

Derbarê şer de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 783 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:13:19