Li Mereşê agir bi daristanê ket

Li navçeyên Onikişûbat û Pazarcixê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket, ji hewa û bejahî ve têmên Berevaniya Şaristanî û welatî hewl didin agir vemirînin.

23 Tîrmeh 2023 - 16:08
23 Tîrmeh 2023 - 16:08
 0
Li Mereşê agir bi daristanê ket

Bi destpêkirina germayê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şewata daristanan zêde bûye. Îro li navçeyên Onikişubat û Pazarcixê yên Mereşê agir bi daristanê ket, heta niha sedema pêketina agir nayê zanîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê û Berevaniya Şaristaniyê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Tê gotin, tîmên ku ji 90 kesî pêk tên bi hevkariya welatiyên navçeyê, 6 helîkopter, 2 firoke û 20 otomobîlan hewl didin agir vemirînin.

Ev nûçe bi tevahî 926 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:12:53