Li Mêrsînê êrîşî mala polîsan hat kirin

Li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê êrîşeke çekdarî li dijî mala polîsan hat kirin û di encamê de polîsek mir û yek jê polîs 4 kes jî birîndar bû.

27 Îlon 2022 - 02:27
27 Îlon 2022 - 02:27
 0
Li Mêrsînê êrîşî mala polîsan hat kirin

Li gor nûçeyên ku ajansên Tirkiyê de cih girtiye, li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê hin kes ji otomobîlekê daketine û piştî nêzîkî mala polîsan bûne, bi çekan gulle li polîsan berdane û polîsan jî bersiva teqeyan dane.

Hat ragihandin ku di êrîşê de polîsek miriye û yek jî birîndar bûye. Her wiha agir bi otomobîla gumanbaran ketiye.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê, tîmên tendirustî û agirkuj gihîştine cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê, ji bo desteserkirina kesên ku êrîş encam dane, dest bi xabetên xwe kirine.

Her wiha hat ragihandin ku 3 sivîl jî birîndarbûne.

Ev nûçe bi tevahî 1016 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:32:45