Li Minbicê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Di encama teqîna otomobîlekê li navenda bajarê Minbicê de, 3 şervên Encûmena Leşkerî ya Mincibê canê xwe jidest dan.

9 Tîrmeh 2023 - 16:26
9 Tîrmeh 2023 - 16:26
 0
Li Minbicê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nêzî çarxerêya El-Sebih Behrat a Minbicê otomobîlke teqiya, di encamê de 3 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav de fermandarek jî hebû, canên xwe jidest dan, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Rewangehê got jî, heta niha zanîn ka ew teqîn ji encama mînekê bûye yan jî ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 956 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:06