Li Mêrdînê di navbera leşkerên Tirk û PKKyiyan de şer: 2 leşker birîndar bûn
Li Mêrdînê li navçeya Nisêbînê gava ku leşkerên Tirkiyeyê derketin operasyonê di navbera wan û endamên PKKê de şer qewimî û hat gotin ku 2 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Li gorî agahiyên çapemeniya Tirkiyeyê li navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê di dema operasyonên leşkerên Tirk de, di navbera wan û endamên PKKê de şer qewimî û di encamê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Hat gotin ku leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hat gotin ku li herêmê pevçûn berdewam dikin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku di çarçoveya operasyonan de li Niêbînê li gundên Cibilgiravê û Taletê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:00