Li Mêrdînê du malbat pev çûn: 17 kes birîndar bûn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de 17 kes birîndar bûn.

19 Sibat 2024 - 03:01
19 Sibat 2024 - 03:01
 0
Li Mêrdînê du malbat pev çûn: 17 kes birîndar bûn

Li gundê Mezrê yê Qosera Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Her du grûpan bi dar û ber û çekan êrişî hev kir.

Di wê pevçûnê de 17 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendursitiyê burîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Ev nûçe bi tevahî 1048 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:40:52